Beyrût-SANA
Balyozxaneya Komara Erebî ya Sûrîyê ya li Beyrûtê daxuyanîyek ji bo xwendekarên Sûrî yên li Libnanê derxist. Tê de hat ku balyozxaneyê rewşa wan a perwerdeyê ligel alîyên peywendîdar ên Libnanê şopandiye, û Rêveberîya Giştî ya Perwerdeyê mafê xwendekarên Sûrî piştrast kiriye ku ew dikarin serî li ezmûnên xola taybet a Bawernameya Amadeyî ya Giştî ya Libnanê bi her çar beşên wê ve ji bo xola sala 2026an bidin.
Balyozxaneyê agahî da xwendekaran ku ew ji bo naskirina rewşa xwe karin peywendîyê ligel Rêveberîya Giştî ya Perwerdeyê li ser jimara 01/772050 bikin. Her wiha spasîya Wezîra Perwerde û Xwendina Bilind Dr. Rîma Keramê û Rêveberê Giştî yê Perwerdeyê Dr. Fadî Yereq kir, ji bo hevkarî û bersivdana wan a bilez ya ku dikeve xizmeta berjewendîya xwendekarên Sûrî de.