ŞAM-SANA
Wezareta Perwerde û Hînkirinê îro sepaneke taybet bi qeydkirina elektronîk ji bo xwendekarên ezmûnên bawernameya perwerdeya amadehî û lîseyê da destpêkirin.
Di daxuyanîyekê de ji nûçegihana SANAyê re, Wezîrê Perwerde û Hînkirinê Mihemed Ebdulrehman Tirko, dîyar kir ku destpêkirina vê sepanê di çarçoveya nêrîna wezaretê de tê, ya ji bo xurtkirina dîjîtalîzekirinê û pêkanîna guhertineke cureyî di birêvebirina pêvajoya ezmûnan de.
Tirko tekez kir ku îsal qeydkirin bi temamî elektronîk e. Her wiha destnîşan kir ku ev gav bi armanca sivikirina barê li ser milê xwendekaran û kêmkirina dem, ked û mesrefê ye, da ku jîngeheke hêsantir û bikêrtir di dema qeydkirinê peyda bibe.
Hêjayî gotinê ye ku qeydkirina ji bo ezmûnên bawernameyên giştî yên sala 2026an duh dest pê kir, û ew dê ji bo xwendekarên dibistanan heta 5ê Adara bê, û ji bo xwendekarên bi awayê azad dixwînin heta 12ê Adarê berdewam bike.