Şam-SANA
Wezareta Perwerde û Hîndekarîyê, îro Duşemê, beyannameyek derbarê qedexekirina wênekişandinê li hundirê dibistanan derxist. Ev biryar ji ber berpirsyarîya parastina jîngeha perwerdeyê û ji bo parastina taybetmendîya xwendekar û endamên desteya îdarî û hîndekarîyê hat girtin.
Wezaretê di daxuyanîya xwe de dîyar kir ku qedexe hemû amûrên wênekêşîyê li xwe digire, çi bi rêya telefonên destan be yan jî kamerayan be. Ji bilî wan rewşên ku bi çalakîyên perwerdeyî û belgekirinê ve girêdayî ne, bi mercê ku destûreke nivîskî ya pêşwext ji alîyê serperiştê taybetmend ve hatibe girtin.
Wezaretê tekezî li ser pêwîstîya pabendbûna bi naveroka vê beyanê kir û hişyarî da ku her binpêkirinek dê bibe sedem ku kesê tawanbar li gorî yasa û pergalên berkar, bi awayekî yasayî û pîşeyî were cezakirin.