Şam – SANA
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, Merwan El-Helebî, tekez kir ku wezaret bi temamî pabendî prensîba zelalî û wekhevîya derfetan e, di dema ragihandina bursên xwendinê yên ku ji alîyên cuda yên navneteweyî ve tên pêşkêşkirin.
Wezîr di daxuyanîyekê de li ser platforma (X)ê eşkere kir ku hemû bursên astên lîsans, xwendina bilind û bernameyên rahênanê, bi hemû hûrgulî û şertên xwe ve, bi tenê di rêya malpera fermî ya wezaretê re têne weşandin.
El-Helebî bang li xwendekar û lêkolîneran kir ku platformên fermî bi berdewamî bişopînin da ku ji derfetên nû agahdar bibin. Her wiha destnîşan kir ku ev burs di çarçoveya bernameyên hevkarîya zanistî û çandî de ne, bi armanca xurtkirina pevguhertina ezmûnên akademîk û amadekirina kadroyên zanistî, ku ev yek di xizmeta pêşxistina pergala lêkolînên zanistî ya welat de ye.