Şam-SANA
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Merwan El-Helebî piştrast kir ku dosyaya mûçeyên xwendekarên li derveyî welêt ên ku ji sala 2024an ve hatine birîn, bi awayekî rojane û rasterast tê şopandin, û wezaret tu hewldanekê kêm nake ji bo lezkirina bidawîkirina vê mijarê.
Wezîr El-Helebî di daxuyanîyekê de ji SANAyê re îro Yekşemê got: “Ez îro bi parêzgarê Banka Navendî ya Sûrîyê Ebdulqadir El-Huserîyê re civîyam, û careke din girîngîya lezkirina di temamkirina rêkarên têkildarî veqetandina diravê bîyanî û azadkirina hesabên bankî hatin tekezkirin.”
Wezîr amaje pê kir ku li gorî tiştê ku Banka Navendî ya Sûrîyê piştrast kiriye, mûçe û mafên xwendekarên şandî yên dewrên sala 2024an û heta dawîya sala 2025an hatine veqetandin, û niha li benda temamkirina erêkirinên pêwîst in ji bo radestkirin û xerckirina wan.