Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ her du mersûmên bi hejmarên 74 û 75 derxistin ku biryara damezrandina her du fakulteyên Endezyarîya Avahîsazîyê (Mîmarî) û Agahînasîyê (Înformatîk) li Zanîngeha El-Furatê didin.
Li gorî nûçeya Wezareta Perwerdehîya Bilind û Lêkolîna Zanistî ku îro Pêncşemê li ser kanala xwe ya Telegramê weşand, her du mersûm destnîşan dikin ku her du fakulteyên navborî li lîsteya fakulteyên ku di xala duyemîn a rêziknameya cîbicîkar a qanûna birêkûpêkkirina zanîngehan de hatine dîyarkirin (ku bi mersûma hejmar 250 ya sala 2006an derçûbû), werin zêdekirin.