Şam-SANA
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, îro Yekşemê encamên mufadeleya veguhastinê (Veguhastina Hevta) ji zanîngehên taybet ên Sûrîyê ber bi zanîngehên taybet ên biperre ve, ji bo sala xwendinê ya 2025 – 2026an weşandin.
Wezaretê di daxuyanîya xwe de, ku nusxeyek jê gihîşt SANAyê, dîyar kir ku navên xwendekarên hatine qebûlkirin di kenala wan a Telegramê û rûpela wan a fermî ya Facebookê de tên dîtin.
Wezaretê bang li rêveberîyên zanîngehên taybet kir ku xwendekarên hatine qebûlkirin yekser piştî serîlêdanê qeyd bikin, ku ev pêvajo heta 25ê vê meha Adarê berdewam dike.