Şam-SANA
Wezîrê Perwerde û Hînkirinê Mihemed Ebdulrehman Tirko, ligel Rêveberê Giştî yê Rêxistina Erebî ya Perwerde, Çand û Zanistê ALECSO, Mihemed Weld E’mer, rewşa perwerdeyê li Sûrîyê û rêyên xurtkirina hevkarîya perwerdeyê gotûbêj kirin.
Her du alîyan kêşeyên vê sektorê, nexasim avahîyên dibistanên wêrankirî û mekanîzmayên jinûveavakirina wan gengeşe kirin, da ku berdewamîya pêvajoya perwerdeyê were misogerkirin.
Wezîr giringî da pêwîstîya nûjenkirina bernameyên xwendinê, başkirina rewşa mamosteyan, û dabînkirina xizmetguzarîyan û jîngeheke perwerdeyê ya guncaw ji bo xwendekarên vegerîyayî.
Ji alîyê xwe ve, Weld E’mer amadebûna ALECSOyê nîşan da ji bo piştgirîya nûjenkirina dibistanan, rahênankirina kadroyan û pevguhertina ezmûnên perwerdeyê.
Di hevdîtinê de amaje bi beşdarîya Sûrîyê di civînên ALECSOyê de li Tûnisê hat kirin, bi armanca xurtkirina hebûna wê di nav dewletên Ereb de.
Hêjayî gotinê ye ku rêxistina ALECSOyê di sala 1970yî de hatiye damezirandin bi armanca pêşxistina hevkarîya Erebî di warên perwerde, çand û zanistê de.

