Şam – SANA
Wezareta Perwerdehîya Bilind û Lêkolînên Zanistî bang li hemû xwendekarên şandî (çi yên ku hîn berdewam in çi jî yên ku dema şandina wan bi dawî bûye) kir ku daneyên xwe yên kesane û wezîfeyî bi rêya lînka elektronîk a taybet an jî “Barkod”a pejirandî re dagirin.
Wezaretê di daxuyanîyekê de ji bo “SANA”yê îro şemîyê zelal kir ku armanca vê rêkarê temamkirina karûbarên îdarî û birêkûpêkkirina rewşa wezîfeyî ya xwendekarên şandî ye bi rêya vê lînkê: (https://eifad.syrian-dev.com (https://eifad.syrian-dev.com/)).
Serok Ehmed El-Şeri′ mersûma hejmar (97) a sala 2025an derxist, ku li gorî wê salek wek mohlet ji bo wan şandîyên ku bawernameyên xwe yên zanistî piştî dîroka 15-03-2011an wergirtine tê dayîn, da ku rêkarên tayînkirina xwe temam bikin.
Wezareta Perwerdehîya Bilind û Lêkolînên Zanistî ji meha Îlona borî ve, bi hevahengîya ligel Banka Navendî, kar dike ji bo misogerkirina dayîna me′aşên şandîyan bi awayekî birêkûpêk û parastina mafên wan ên darayî.