Şam-SANA
Îro Sêşemê li Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Şamê, komxebateke perwerdeyê ya pispor bi sernavê “Bihêzkirina rojnamevanên ciwan di rûbirûbûna sextekarîya medyayê de” dest pê kir. Ev komxebat ji alîyê fakulteyê ve, bi hevkarî û şirîkatîya Nûnertîya Yekîtîya Ewropayê li Sûrîyê û platforma medyayî ya “Teeked” re tê birêvebirin.
Ragirê Fakulteya Ragihandinê Dr. Xalid Zerûr di peyva xwe de tekez kir ku ev komxebat wek bersivekê ji bo hewcedarîya eşkere ya xwendekaran ji bo bidestxistina şarezayîyên piştrastkirina agahîyan hat, nexasim di bin sîya belavbûna berfireh a nûçeyên nerast de.

Ji alîyê xwe ve, Kargerê Karûbarên NY li Sûrîyê Michael Ohnmacht destnîşan kir ku nûçeyên sexte pir caran nêzî rastîyê ne, lê bi çarçoveyeke kêm tên pêşkêşkirin, bi taybetî di bin sîya lezbûna mezin a herikîna agahîyan di nav torên civakî de.




