Şam – SANA
Wezîrê Perwerdeyê Mihemed Ebdulrehman Tirko tekez kir ku mersûma (68) a sala 2026an ya derbarê zêdekirina taybet a mûçeyan de, nîşana nirxandina dewletê ye ji bo rola mamosteyan di avakirina pêşerojê de. Tirko dîyar kir ku baştirkirina rewşa jîyana kadroyên perwerdeyê, veberhênanek e di kalîteya perwerdeyê de û beşek e ji pêngavên giştî yên reformên perwerdeyî û pîşeyî.
Serok Ehmed El-Şeri′ mersûma jimara 68 a sala 2026an derxist, ku li gorî wê zêdekirineke “taybet” li ser mûçeyên xebatkarên beşên girîng tê sepandin; ev beş tenduristî, perwerde (bilind û bingehîn), ewqaf, banka navendî û sazîyên çavdêrîyê li xwe digire. Her wiha zêdekirina pilebilindkirinê ya yasayî jî di nava vê zêdekirinê de hatiye dabeşkirin.