Şam-SANA
Bi dirûşmeya “Em dicivin da ku biaifrînin.. Lêkolîn dikin da ku bilind bibin”, îro Pêncşemê çalakîyên Foruma Zanistî ya Dermansazîyê ya Sûrîyê ku ji alîyê Sendîkaya Dermansazên Sûrîyê ve tê sazkirin, bi amadebûna Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Merwan El-Helebî, li Pirtûkxaneya Niştimanî ya li Şamê dest pê kirin.
Foruma ku 3 rojan berdewam dike, armanc dike ku ronahîyê bide ser geşedanên herî dawî di warê dermansazîyê de û gengeşekirina astengîyên li pêşîya sektora dermanan, bi beşdarîya komek pispor û taybetmendên Sûrî û Ereb.
Li kêleka forumê, pêşangehek jî heye ku tê de zêdetirî 40 kompanyên navxweyî û bîyanî beşdar dibin, û nûtirîn berhemên cîhana dermansazî û pîşesazîya dermanan nîşan didin.