Şam – SANA
Wezareta Perwerde û Hînkirinê ya Sûrîyê, bang li xwendekarên her du bawernameyên “Amadeyî” û “Perwerdeya Bingehîn” kir ku pabendî şîretan bin da karibin ezmûnan bi awayekî baş derbas bikin.
Rênimayan bal kişand ser giringîya rêkxistina demê bi rêya hilbijartina demên guncaw ji bo xwendinê û amadekirina bernameyeke rojane ji bo xwendinê.
Her wiha wezaretê tekezî li ser giringîya dubarekirina xwendina rêbazan bi rengekî birêkûpêk û bikarînan nimûneyên ezmûnan kir, da ku baş li ber bikevin û bawerîya xwendekar bi pê zêde bibe. Her wiha daxwaz kir ku xwendekar bala xwe bidin xişteya ezmûnan ji alîyê dem û dîrokê ve da ku ji strêsê dûr bikevin.
Wezaretê hişyarî da ku bila xwendekar bi gotegot û pêşbînîkirina pirsan neyên xapandin, û ji wan xwest ku tenê pişta xwe bi jêderên fermî girê bidin.