Şam – SANA
Wezareta Perwerde û Hîndekarîyê ya Sûrî berdewam e di hewldanên vegerandina mamosteyên ku di salên şoreşê de hatibûn dûrxistin bo ser karên wan, ev yek wekî piştgirîyekê ji bo mafên wan û aramîya proseya perwerdeyê tê kirin.
27 hezar kesên dûrxistî di rêya lînkan hatine qeydkirin
Rêveberê Geşepêdana Îdarî dîyar kir ku wezaretê bi 14 hezar mamosteyan re peyman nû kiriye ji nav 27 hezar kesên ku navên xwe ji bo vegerê qeyd kirine. Wî tekez kir ku vegerandina wan li gorî “Yasaya Bingehîn a Karkeran” tê kirin da ku belge û mafên wan ên darayî werin birêkûpêkkirin.