Şam-SANA
Fermandarê Hêzên Parastina Sînor di Artêşa Sûrî de, Emîd Hesen Ebdilxenî, ligel hejmarek efser, bi şandeyeke Artêşa Libnanî re civîya ku bi serokatîya Berpirsê Têkilîdanînê Emîd Mîşêl Butris bû.
Her du alîyan di civîna ku îro Pêncşemê hat lidarxistin de, mijarên girîng ên hevbeş gotûbêj kirin. Di serî de xurtkirina hevkarî û hevahengîya di navbera her du alîyan de di warê kontrolkirina sînoran û têkoşîna li dijî karên qaçaxçîtîyê de, ji bo xurtkirina ewlehîya sînorî ya di navbera her du welatan de.




