London – SANA
Wezîrê Perwerde û Hînderkarîyê yê Sûrîyê Mihemed Ebdulrehman Tirko, di dema Foruma Cîhanî ya Hîndekarîyê 2026an de li Londonê ku di navbera 17 û 20ê Gulanê de bi rê ve çû, tekez kir ku perwerdekirina keçan mafekî bingehîn û pêşengîyeke niştimanî ye ji bo pêkanîna geşepêdana giştî û domdar û dabînkirina jîngeheke perwerdehîyê ya ewle û dadperwer.
Wezîr Tirko zelal kir ku keçên Sûrî rûbirûyî kêşeyên aloz bûne ku ji ber şert û mercên awarte hatine ferzkirin, loma jî dosyaya perwerdekirina wan bi dadperwerîya hîndekarîyê ve hat girêdan. Di heman demê de, Alîkarê Wezîrê Perwerde û Hînderkarîyê Yûsif Enan destnîşan kir ku vê beşdarbûnê derfetek da dîyalogeke navneteweyî ji bo gotûbêjkirina hevkarîya perwerdehîyê û pêşxistina pergalan piştî qeyranan.
Şandeya Sûrîyê roja Duşemê civînên dualî ligel berpirsên navneteweyî pêk anîn ji bo xurtkirina hevkarîyê di warên perwerdehî û başbûna hînkarîyê de; ev yek jî wekî tekezkirinekê li ser xemxwarîya Sûrîyê ji bo vebûna navneteweyî, piştgirîkirina geşepêdana domdar û pêşxistina sektora hîndekarîyê tê.