Şam-SANA
Wezîrê Aborî û Pîşesazîyê yê Sûrîyê Nîdal El-Şe’ar, ligel kargerê karên balyozxaneya Almanyayê li Şamê Clemens Hach, rêyên pêşxistina têkilîyên dualî yên di navbera Sûrîye û Almanyayê de di warên pîşesazî, bazirganî û veberhênanê de gotûbêj kirin.

Di hevdîtina ku li avahîya Wezareta Aborîyê pêk hat, tekezî li ser girîngîya xurtkirina hevkarîya aborî û berdewamîya hevrêzkarî û şêwirînê hat kirin, bi awayekî ku xizmeta berjewendîyên hevpar bike û hevbeşîya aborî ya di navbera her du welatan de bi hêz bike.
Wezîr El-Şear bal kişand ser derfetên berdest ji bo berfirehkirina asoyên hevkarîya aborî û veberhênanê bi kompanyên Almanî re, bi awayê ku piştgirîya aborîya neteweyî bike û projeyên geşepêdan û avakirinê xurt bike.
Ji alîyê xwe ve, kargerê karên Almanyayê dîyar kir ku welatê wî dixwaze têkilîyên aborî bi Sûrîyê re kûr bike û di qonaxa bê de beşdarî projeyên avakirin û veberhênanê bibe.