Şam-SANA
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, ji bo piştgirîya xwendekarên ku ji qeydkirinê dereng mane û yên vegerîyane Sûrîyê, biryara pêkanîna rêkarên nerm ragihand.
Wezaretê rê da xwendekarên ku di navbera salên 2011 û 2024an de li zanîngehên dewletê an peymangehên teknîkî hatine qebûlkirin lê nikarîbûn qeyda xwe temam bikin, ku rêkarên qeydkirinê di beşên xwe de bişopînin. Şertê vê biryarê ew e ku xwendekar berê li ser bingeha heman bawernameya dibistana bilind an bawernameyeke din di tu zanîngeh an peymangehekê de qeyda xwe çênekiribe.
Wezaretê zelal kir ku salên berîya qeydkirinê wekî “salên bi sebebên qebûlkirî” têne hesibandin û wek dema derengmayîna xwendekar nayên dîtin; bi mercê ku xwendekar daxwaznameyekê û zoznameyeke nivîskî pêşkêş bike.
Ev biryar di çarçoveya hêsankirina vegera xwendekaran bo sîstema perwerdeyê û dabînkirina derfetên xwendinê yên nerm de têne girtin.