Şam- SANA
Desteya Niştimanî ya Kalîte û Bawerdarîyê di Wezareta Perwerdehîya Bilind û Lêkolînên Zanistî de, îro Duşemê, encamên ezmûna pratîkî ya bi sîstema (OSPE) ji bo derçûyên zanîngehên derveyî Sûrîyê yên ku di ezmûna niştimanî ya yekgirtî ya pizîşkîya diranan xula yekem 2026 (OSPE) de bi ser ketibûn, ragihandin. Ev encam piştî temamkirina karên serrastkirin û kontrolkirinê li gorî pîvanên akademîk ên pejirandî hatin weşandin.
Desteyê di daxuyanîyekê de dîyar kir ku hejmara xwendekarên beşdarî ezmûnê bûne 259 bûn, ji wan 257 xwendekar bi ser keftin. Rêjeya giştî ya serkeftinê gihîşt %99.23. Her wiha desteyê destnîşan kir ku ezmûn di bin çavdêrîya komîteyên zanistî û rêxistinî yên pispor de, di atmosfereke birêkûpêk de pêk hat. Ezmûn ji du rûniştinan pêk dihat; ya yekem ji bo pisporên dermankirina rehên diranan û ya duyem jî ji bo pisporên rakirin û niştegirîya diranan hatibû veqetandin.
Hêjayî gotinê ye ku Desteya Niştimanî ya Kalîte û Bawerdarîyê duh Yekşemê, li Fakulteya Pizîşkîya Diranan a Zanîngeha Şamê, ezmûna pratîk a bi sîstema (OSPE) ji bo derçûyên zanîngehên derveyî Sûrîyê li dar xistibû, bi armanca serrastkirina bawernameyan û bikaranîna pîşeyê.