Eman-SANA
Wezîrê Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî yê Sûrîyê Merwan El-Helebî tekez kir ku pêşxistin û geşkirina rasteqîn a sektora akademîk, hewcedarî nirxandineke hûr ji bo pêdivîyan, avakirina sîstematîk a şîyanên akademîk, xurtkirina hevkarîya navneteweyî û berfirehkirina hevpeymanîyên akademîk ên stratejîk e.
Wezîr El-Helebî di gotarekê di çarçoveya “Dîdargeha Dîyaloga Urdunî-Sûrî ji bo Pêşxistina Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî” de, ku îro Yekşemê li Urdunê hat lidarxistin, destnîşan kir ku her pêşketineke cidî di vê sektorê de hewcedarî naskirina pêdivîyên zanîngehan û awayê bikaranîna çavkanîyên navxweyî û hevpeymanîyan bi awayê herî baş e, da ku di bidestxistina encamên baştir de bibe alîkar.
Wezîr El-Helebî bal kişand ser wê yekê ku hevkarîya navneteweyî wekî hevparî di zanînê de, pevguhertina ezmûnan û avakirina rêyên hîn xurtir tê hesibandin. Wî dîyar kir ku hevpeymanîyên akademîk ên stratejîk ew in ku nirxa herî bilind pêk tînin, û destnîşan kir ku girîng e zanîngeh bi wêrekî rastîya xwe binirxînin û nûjenîyê veguherînin çand, rêbaz û avahîyeke dezgehvanî ya mayînde.







