Şam-SANA
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Merwan El-Helebî, ragihand ku ew daxwaz û bangewazîyên xwendekarên zanîngehên dewletê yên derbarê biryardana sazkirina xuleke ezmûnê ya temamker an jî bilindbûna îdarî, dişopînin, wek girîngîpêdanekê ji bo parastina prosesa wan a akademîk.
Wezîr bi rêya platforma (X)ê zelal kir ku ev daxwaz bi berpirsyarî têne lêkolînkirin, û tekez kir ku biryardan girêdayî temamkirina prosesa ezmûnan û bidawîbûna wan e. Her wiha dîyar kir ku girtina çi biryarekê, dê li gor nirxandineke giştgîr a encamên ezmûnan, mercên akademîk û rewşa giştî ya welat be, bi awayekî ku edalet û berjewendîya giştî dabînkirî bin.
El-Helebî bal kişand ser wê yekê ku piştî wergirtina zanyarîyan, eger hewcedarîyeke rastîn a standina tedbîrên awarte bête dîtin, dê pêşnîyara guncaw ji bo Serokatîya Komarê bê bilindkirin da ku biryara cîbicîkirinê bête standin, bi awayekî ku di berjewendîya xwendekaran de be û di heman demê de kalîteya perwerdeyê û nirxdarîya bawernameya zanîngehê bê parastin.
Di berdewamîya axaftina xwe de, Wezîr tekez kir ku dê wezaret her demê nêzîkî xwendekaran be, û hevsengîyê di navbera berjewendîyên wan û pîverên akademîk de peyda bike, ji ber ku xwendekar tewerê sereke ye di prosesa perwerdeyê de.