Şam-SANA
Li Wezareta Perwerdeyê, bi beşdarîya nûnerên UNICEFê û Komeleyên Civakî, civîneke berfireh hat lidarxistin. Di civînê de, planên jinûveavakirina dibistanan û dabînkirina pêdivîyên wan, nûjenkirina kursîyên xwendinê, her wiha pêşxistina perwerdeya dîjîtal û bihêzkirina rola civaka xwecihî di piştgirîya sektora perwerdeyê de, hatin gotûbêjkirin.

