Şam-SANA
Zanîngeha Şamê, di warê akademî de,destkeftîyeke nû bi dest xisitiye ji berku ketiye nav tesnîfa zanîngeh û navendên lêkolînê yên îslamî yên navneteweyî. Bi vê gavê,ew dibe yekem zanîngeha Sûrî ku dikeve nav vê tesnîfa navneteweyî ya ku ji hêla pîvanên tesnîfê ve ya herî dijwan tê naskirin.
Rêveberê Ofîsa Tesnîfê li Zanîngeha Şamê, Merwan El-Ra’î, îro di daxuyanîyekê de ji nûçegihana SANAyê re da xuyakirin: “Li gorî Tesnîfa Zanîngehên Îslamî yên Navneteweyî yên ku di Îlona 2025an de hatiye weşandin, Zanîngeha Şamê ji nav 2,661 zanîngeh û navendên lêkolînê li ser asta cîhanê, ketiye tesnîfa cîhanî ya 2001+.” Ev tesnîf li li gorî databasa Clarivate ya Amerîkîku yek ji databasên lêkolînê yên herî dijwar û bi dîqet e li cîhanê, tê pêkanîn.
Her weha wî rave kir ku ev destkeftî piştî bicihanîna 13 pîvanên zanistî yên di warê lêkolînên zanistî, kalîteya perwerdehîyê, beşdarîyên navneteweyî ûafrînerî û derhênerîyê de, hatiye bidestxistin, li alîyê din jî, wî bal kişand ser jîrbûna zanîngehê di lêkolînên zanistî û beşdarîyên navneteweyî de.
Wekî din jî, wî lê zêde kir ku hejmarek ji projeyên lêkolînê yên zanîngehê di nav 3 ji sedî yên herî baş ên cîhanî de cih girtine, ku vê yekê jî ew kiriye di nav5 ji sedî yên herî baş di warê lêkolînên zanistî de. Her weha got ku bi vî awayî, Zanîngeha Şamê heta niha ketiye nav 20 tesnîfên navneteweyî, ku berê di sala 2023an de neketibû nav zêdetirî 4an.