Şam – SANA
Nûnerên şirketên Urdinî yên ku beşdarî gera 63yemîn a Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê bûne, tekez kirin ku çalakkirina têkilîyên aborî di navbera Sûrîye û Urdinê de, derfetên berfireh di warê bazirganî û pîşesazîyê de dabîn dikin, bi rêya sûdwergirtina ji cîgeha erdnîgarî ya Sûrîyê û hêsankirina tevgera veguhestinê bi rêya Derîyê Sînorî yê Nesîbê.
Tahir Xeyate, berpirsê şirketa “Şêx El-Kar” ya ji bo çêkirina xetên hilberînê, dîyar kir ku berfirehkirina çalakîya aborî hewcedarî xurtkirina hevkarîyê di navbera şirketên her du welatan de ye, her weha pêwîstîya wê bi amadekirina jîngeheke veberhênanê ya ji bo hilberîn û hinardekirinê heye, bi awayekî ku rê bide avakirina projeyên hevbeş ên ku ne tenê ji bo pevguhertina kelûpelan bin.
Ji alîyê xwe ve, Ehmed Himêdan, ku rêveberê kargehekê ye di Koma Pîşesazî ya “Merar” de, zelal kir ku baştirkirina herikbarîya veguhestinê bi rêya derîyê Nesîbê, astengîyên bi sedema dûrbûnê kêm dike û piştgirîyê dide tevgera bazirganan. Her weha Himêdan bazara Sûrîyê wekî bazareke xwedî derfetên mezin ên geşebûnê pênase kir, bi taybetî ligel çalakbûna kertên avahîsazî û avakirinê, ku ev yek amadebûna şirketên Urdinî xurt dike û têkilîyên bazirganî yên domdar ava dike.
Ji hêla xwe ve, Dîyab Ebû Xoş, Rêveberê Herêmî yê Firotinê di Şirketa “Baby Life” de, bal kişand ser wê yekê ku hevkarî pîşesazî, veberhênana rasterast û avakirina sazîyên hilberînê li hundirê Sûrîyê jî li xwe digire. Her wiha got ku newekhevîya lêçûna hilberînê handanê li ser lêkolîna derbarê nimûneyên berhemdana hevbeş dike, da ku sûde ji çavkanî û pisporîyên di her du bazaran de bê wergirtin, ku ev yek rikaberîya berheman li ser astên herêmî û derve xurt dike, û amaje bi wê yekê jî kir ku berhemên Urdinê pir tên xwestin, û ev yek rê li pêşîya veberhênana demdirêj xweş dike.
Ev beşdarî di çarçoveya çalakîyên Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê de tê, ya ku ta 4ê Îlonê berdewam e, ji bo dabînkirina platformekê ku karsazan bicivîne da ku çarçoveyên hevkarî, bazirganî û veberhênanê gotûbêj bikin.