Şam – SANA
ŞirketaSûrî ya Petrolê (SPC), îro Çarşemê, ragihand ku xeta gaza Cibiseyê ya li gundewarê parêzgeha Hesekê, hate çêkirin û careke din kete xizmetê.
Serokê Cîbicîkar ê şirketê Yûsif Qeblawî, di daxuyanîyekê de ku bi rêya kanala Telegramê ya şirketê hat belavkirin, dîyar kir ku vegera xeta Cibiseyê bo xizmetê, beșdarîyê di xurtkirina peydakirina gaza pêwîst ji bo xebitandina stasyonên hilberîna enerjîya elektrîkê û xurtkirina aramîya sîstema enerjîyê de dike.
Qeblawî spasîya kadroyên ŞirketaSûrî ya Petrolê yên li kargeha gaza Cibiseyê kir, ku tevlî hebûna zehmetî û metirsîyan di kar de, wan erka çaksazkirina xeta gazê pêk anî û dîsa vegerand xizmetê.