Heseke – SANA
Li parêzgeha Hesekê bi destpêkirina meha Îlonê re, cotkaran dest bi amadekirin û cotkirina zevîyên xwe ji bo werzê nû yê çandinîyê kir; her wiha mijûlî dabînkirina tovên pêwîst ên ceh û genim in, ku tê pêşbînîkirin çandina wan di dawîya vê mehê de dest pê bike û heta meha Çirîya Pêşîn bidome.
Li gorî gotina cotkar Ela Selahedîn ê ji gundewarê Hesekê, serkeftina werzê borî yê çandinîyê û hêsankirina karûbarên wergirtina genim û dan, cotkaran han dide ku îsal rûbera çandinîyê berfirehtir bikin.
Selahedîn destnîşan kir ku vekirina navendên kirîna genim li seranserî parêzgehê û hêsankirina karûbarên cotkaran di dema radestkirinê de, bawerîya cotkaran ji bo misogerkirina mafên wan û firotina berhemên wan xurt kiriye; bi vî rengî keda wan nakeve destê çavbirçîtîya bazirgan û kesên xwedî bandor ên ku di serdema rejîma berê de keda wan dixwarin û berhemên wan bi bihayekî pir erzan dikirîn.
Ji alîyê xwe ve, Alîkarê Rêveberê Çandinîyê li Hesekê Izedîn El-Heso da zanîn ku tê pêşbînîkirin rûbera zevîyên çandina genim hem ya avî û hem jî ya bejî ji bo werzê nû bibe duqat, ev yek jî mizgînîya zêdebûna berhemê genim di werza bê yê berhevkirinê de dide.