Wêneyê ji Arşîvê ye
Hesekê-SANA
Proseyên serfkirina fatûreyên genimê ku ji cotkarên parêzgeha Hesekê hatibû kirîn, bi rêya 17 şaxên Banka Çandinîyê ya Hevkarîyê berdewam dikin.
Ev şax herêmên cuda cuda yên parêzgehê li xwe digirin da ku wergirtina mafên darayî bi awayekî birêkûpêk were misogerkirin.
Rêveberê şaxê Banka Çandinîyê ya Hevkarîyê li Hesekê Izo El-Hamid di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re dîyar kir ku prose li gorî mekanîzmayekê bi rê ve diçe ku serfkirinê li gorî lîsteyên ku ji alîyê Kompanya Sûrî ya Dexlûdan ve li gorî dîroka dabînkirinê û blokên diravî yên ku ji Banka Navendî hatine veguhastin, bi rêk dixe.
El-Hamid da zanîn ku dana nirxê dexlûdanê ku heta 17ê Hezîrana borî hatiye firotin bi dawî bûye, û destnîşan kir ku 17 şaxên Banka Çandinîyê pêşkêşkirina hêsankarîyan didomînin ji bo temamkirina dana nirxê dexlûdan di zûtirîn dem de.
Her wekî tê zanîn jî, 17 şaxên Banka Çandinîyê ev in: Hesekê, Til Birak, Mergede, Serê Kanîyê, Ebû Rasên, Şedadê, Hol, Til Temir, Til Hemîs, Qamişlo, Dirbêsîyê, Amûdê, Dêrik (El-Malikîye), Til Koçer (El-Ye’rubîye), Çilaxa (El-Cewadîye), Tirbespîyê (El-Qehtanîye) û Yermûk.