Heseke-SANA
Sazîya Sûrîyê ya Dexlûdanê li parêzgeha Hesekê projeyek ji bo danîna sîstemên enerjîya rojê û kamerayên çavdêrîyê pêk anî, ku hemû navendên wergirtin û depokirinê yên girêdayî wê li xwe digire. Armanca vê yekê bilindkirina karîgerîya xebatê û dabînkirina berdewamîya kar li wan navendan e.
Wezareta Aborî û Pîşesazîyê bi rêya kanala xwe ya Telegramê îro Sêşemê dîyar kir ku proje armanc dike birêveçûna proseyên wergirtin û kirîna berhema genim hêsan û misoger bike, û berdewamîya xebata qeban û alavên wergirtinê di dema qutbûna elektrîkê de dabîn bike, ligel xurtkirina pergala çavdêrîyê û parastina navendan.
Proje van navendan li xwe digire: (Sebah El-Xeyr, El-Mêlbîyê, Xiwêran, Hesekê, Til Hecer, Kebka, Hetîn, Amûdê, Sîloyên Qamişloyê, Tewarîc, Til Hemîs, Til Merûf, Tirbespî (Qehtanî), Til Elo, Yarûbîye, Rimêlan, Petra, Dêrik (Malikîyê), Serê Kanîyê (Ras El-Eyn), El-Sifih û Mebrûka).