Şam – SANA
Kompanya Sûrî ya Komkirin û Belavkirina Maddeyên Petrolê sedema bilindkirina bihayê berhemên petrolê vegerand bo bilindbûna lêçûnên dabînkirin, veguhastin û hilberînê, ligel guherîna bihayên petrolê yên cîhanî, barkirin û ewlekarîyê.
Ofîsa Ragihandinê ya Kompanyê ji “SANA”yê re ragihand ku guhertina bihayan ji ber bilindbûna lêçûnên karkirin, enerjî û hawirdekirinê, ligel guherînên nirxê pevguhertina dirav pêk hat. Armanc ji vê pêngavê misogerkirina arambûna hawirdeyan û rêgirtina li qerebalixîyê ye, ligel berdewamîya nirxandina bihayan û baştirkirina çavdêrîyê ji bo kontrolkirina bazarê.
Kompanya Sûrî ya Komkirin û Belavkirina Maddeyên Petrolê “Mehrûqat”, bihayên berhemên petrolê di bazara navxweyî de ji roja Pêncşema borî ve bi vî rengî dîyar kirin:
Mazota super: 0.88 dolar
Benzîna 90: 1.10 dolar
Benzîna 95: 1.15 dolar
Qenîneya xaza malê: 12.50 dolar
Qenîneya xaza pîşesazî: 20 dolar
Her wiha bihayên van maddeyan bi lîreya Sûrî ya nû hatin dîyarkirin, ku nirxê pevguhertina dolarê sotemenîyê wekî 133 lîre hat hesibandin.