Qahîre-SANA
Wezîrê Aborî û Pîşesazîyê Nîdal El-Şe’ar, îro Pêncşemê, beşdarî karên gera 118emîn a Encumena Aborî û Civakî ya Komkara Dewletên Erebî bû; ger li Qahîreyê bi serokatîya Erebistana Siûdî bi rê ve diçe.
El-Şe’ar her wiha tekezî li ser girîngîya rola encumenê di xurtkirina hevkarîya aborî û civakî ya Erebî û pêşxistina mekanîzmayên xebata hevbeş de kir.

El-Şe’ar di gotara xwe de destnîşan kir ku Sûrîye di qonaxeke nû re derbas dibe ku serenavê wê başbûn, rabûn û jinûveavakirina aborîya niştimanî ye; her wiha girîngîya hevkarîya Erebî di piştgirîkirina geşepêdan û veberhênanê, çalakkirina bazirganîya di navbera welatan û bihêzkirina sektorên hilberînî û pîşesazîyê de dîyar kir.