Şam-SANA
Parêzgarê Banka Navendî ya Sûrîyê Dr. Ebdulqadir El-Huserîye ragihand ku dema guhertina pereyên kevn ên Sûrî bi yên nû re ji bo du mehên din hat dirêjkirin. Wî tekez kir ku bankê heta niha di nav 8 hefteyan de ji sedî 35ê koma pereyan (yekeyên diravî) guhertîye.
El-Huserîye dîyar kir ku Banka Navendî ji meha nîsanê ve bi hevkarîya Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) û Banka Cîhanî stratejîyeke aborî ya piralî û temamker pejirandîye.
Her wiha Parêzaerê Banka Navendî destnîşan kir ku başbûna hêza kirînê ya welatîyan bi kêmkirina cezayan, hêsankirina karûbarên gumrikê û pêkanîna aramîya aborî ve girêdayî ye.