Şam -SANA
Îro Yekşemê, çalakîyên xuleya duyemîn a Pêşangeha Navneteweyî ya Jinûvevakirina Sûrîyê “Avedanî2026” ku ji alîyê Şirketa “Effect Plus”ê ya Birêkxistina Pêşangeh û Konferansan ve tê birêvebirin, li Bajarê Pêşangehan ê Şamê, dest pê dikin.
Pêşangeha ku ji 13 heta 16ê vê meha Îlonê dê berdewam bike, bi çavdêrîya wezaretên Aborî, Pîşesazî, Geştyarî, Rêveberîya Xwecihî û Jîngehê, Desteya Veberhênanê ya Sûrîyê, Yekîtîya Odeyên Bazirganîyê yên Sûrîyê û Encumenên Karsazîyê yên Hevbeş ên Sûrîyê tê lidarxistin. Pêşangeh nûnerên alîyên hikûmî, veberhêner û biryardanerên kartên Enerjî, Pişesazî, Avahîsazî û Geşepêdana Eqarî, wek 4 sektorên sereke, li hev dicivîne.
356 şirket ji 27 welatan
Di pêşangehê de 356 şirketên herêmî, Erebî û navneteweyî ji 27 welatan ku nûnertîya zêdetirî 1700 ajansên bazirganî yên herêmî, Erebî û navneteweyî dikin, beşdar dibin. Ev yek li gorî xuleya berê bi zêdebûna 145 ji sedî ye, ku berfirehîya beşdarîyê û zêdebûna dana girîngîyê bi derfetên veberhênanê û warên hevkarîya aborî li Sûrîyê nîşan dide.
Desteya Geşepêdana Hinardeyê ya Erebistana Siûdî di pêşangehê de beşdar e, her wiha Wezareta Jîngeh û Plansazîya Avadanîyê û Guherîna Keşûhewayê ya Tirkîyê, Îdareya Niştecîkirinê ya Tirkîyê (TOKÎ) û Kombenda Pîşesaz û Karsazên Serbixwe (MÜSİAD) bi awayekî fermî beşdar bûne, ligel beşdarîya Mala Hinardeyê ya Urdunê.
Bernameya pêşangehê civînên dualî yên di navbera karsazan de (B2B), semînerên taybetmend û civînên dîyalogê bi beşdarîya pispor û biryardanerên sîyaseta aborî li xwe digire. Armanc jê gotûbêjkirina derfetên hevkarî û veberhênanê, bihêzkirina hevparîyan di navbera şirketan û alîyên beşdar de, ji bo derfetên pêşkêşkirî bibin proje û peymanên li ser erdê.
Pêşangeh derîyên xwe li pêşîya mêvan û pisporan di hemû rojên lidarxistinê de li Bajarê Pêşangehan ê Şamê vedike.