Şam-SANA
Sindoqa Serwerî ya Sûrîyê û Koma “Arada”yê ya Îmaratî, îro Duşemê, li avahîya rêveberîya sindoqê ya li Şamê, bi amadebûna Serokê Desteya Rêveberîyê Mazin El-Salhanî, peymanek ji bo cîbicîkirina projeya pêşxistina xanûberan a bi navê “Şama Nû” bi nirxê derdora 7 milyar dolaran îmze kir.
Projeya ku wekî ya yekem ji bo Koma “Arada”yê li Sûrîyê tê hesibandin, li ser rûbera çar milyon metreçargoşeyan dirêj dibe, û komelgehên niştecihbûnê, tesîsatên xizmetguzarîyê, û sektorên mêvandarî, şahî, perwerde û lênihêrîna tenduristîyê li xwe digire.

Peyman ji alîyê Rêveberê Cîbicîkar ê Koma “Arada”yê Ehmed El-Xişêbî û Rêveberê Cîbicîkar ê Sektora Pêşxistina Xanûberan di Sindoqa Serwerî de Mihemed El-Xeyat ve hat îmzekirin.
El-Salhanî di axaftineke piştî îmzekirinê de dîyar kir ku peyman alîyekî mirovî li xwe digire ku ew jî avakirina bajarên niştecihbûnê yên hevrêz û domdar e ku ji alîyê Koma “Arada”yê ve ji bo niştecihên kampan û xwedîyên malên wêranbûyî tê pêşkêşkirin, di destpêşxerîyeke ku di cureyê xwe de li Sûrîyê ya yekem e.

Ji hêla xwe ve, El-Xişêbî destnîşan kir ku kom xwedî destpêşxerîyeke bi navê “Xanî li hember xanî” ye ku bi rêya wê xanî li seranserî cîhanê bo penaberan dabîn kirine, û hêvîya xwe anî ziman ku ev bername li Sûrîyê bi hevkarîya ligel Sindoqa Serwerî li jêr navê “Bajar li hember bajar” were berfirehkirin.
