Şam-SANA
Kompanya Sûrî ya Petrolê tekez kir ku ew bi girîngî wan tiştên ku di hin platformên ragihandinê de têne belavkirin dişopîne, û bawerîya xwe bi zelalîyê wekî rêbazeke kar anî ziman.
Kompanyê îro Şemîyê daxuyanîyek li ser kanala xwe ya Telegramê weşand, ku tê de Rêveberê wê yê Cîbicîkar Yûsif Qeblawî tekezî li ser wan prensîbên neguhêr kir ku karê kompanyê di vê qonaxa hestyar de birêve dibin, ku ew jî yekîtîya ligel sazîyên dewletê ye.
Qeblawî dîyar kir ku têkilîya kompanyê bi Wezareta Enerjîyê re têkilîyeke hevahengî û hevdengîyeke temam e, ku tê de stratejîya hikûmeta Sûrîyê ya ji bo başkirina aborîya niştimanî tê cîbicîkirin.
Navborî gotina xwe wiha kuta kir: “Kompanya dê di bikaranîna rêyên qanûnî û destûrî de ji bo lêpirsîna her kesê ku hewl dide zirarê bide navûdengê wê yan navûdengê kadroyên wê tu carî sist nebe, ji ber ku dewleta bi hêz dewleta qanûn û sazîyan e.”