Şam-SANA
Serokê Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhastina Esmanî Omer El-Huserî îro Înê ragihand ku yekemîn geştên esmanî yên rasterast û rêkxistî di navbera bajarê Kolnê yê Almanyayê û Dêrezorê de dest pê dikin.
Şirketa LEAV Aviation a Almanî dê ji 1ê Îlona bê ve dest bi geştên xwe bike, ku dê di hefteyê de geştek be.
El-Huserî di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku ev pêngav di çarçoveya plana Desteya Giştî ya Balafirvanîyê de tê ji bo girêdana Dêrezorê bi cîhanê re, bihêzkirina amadebûna wê li ser nexşeya veguhastina esmanî ya navdewletî û vekirina arasteyên bêhtir ji bo şênîyên me li herêma rojhilat.
El-Huserî destnîşan kir ku ev cara yekem e di dîroka xebata bazirganî ya balafirxaneyê de ku Balafirgeha Navdewletî ya Dêrezorê pêşwazîya geşteke rêkxistî ya balafireke Ewropî dike.
Wî dîyar kir ku ev pêngav nîşana geşepêdana tevgera veguhastina esmanî li Sûrîyê û zêdebûna girêdana esmanî bi Ewropayê re ye.
Her wiha eşkere kir ku bi destpêkirina vê hêlê, şirketa LEAV Aviationê ya Almanî karên xwe li Sûrîyê berfireh kirine da ku geştên rasterast ji Almanyayê ber bi Şam, Heleb û Dêrezorê ve li xwe bigire, ev yek jî tevgera geşt û peywendîyê di navbera her du welatan de xurt dike.