Şam-SANA
Sazîya Giştî ya Pirkirina Tovan, vekirina derîyê navnivîsînê li ser tovên petatên bîyanî yên hawirdekirî ji pileya “Elît”ê ji bo her du werzên biharî û havînî yên werzê çandinîyê yê 2026-2027an ragihand.
Wezareta Çandinîyê îro Sêşemê bi rêya kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku navnivîsîn li gorî destûra çandinîyê yan nasnameya kesane bi tibaba /2/ tonan ji bo her daxwaznameyekê wekî asta herî bilind, pêk tê.
Her wiha dîyar kir ku 250 dolar serê her tonekê pêşwext tê dayîn, û destnîşan kir ku navnivîsîna li ser cureyan li gorî daxwaz û bijartina cotkar pêk tê.
Her wiha bang li cotkaran kir ku bi lez serlêdana şaxên sazîyê bikin da ku navê xwe ji bo cureyên ku dixwazin tomar bikin.
Tovên petatên bîyanî yên hawirdekirî yên ji pileya “Elît”ê bi paqijîya xwe ya genetîkî ya bilind, saxlemîya wan ji nexweşî û vîrusan û şîyana wan a bilind di xweveguncandina ligel guherînên keşûhewayê tên naskirin, ku ev yek dibe egera zêdekirina berhemdarîya çandinîyê.