Şam-SANA
Wezîrê Çandinîyê Basil El-Siwêdan, îro roja Çarşemê, ligel Nûnerê Taybet ê Îspanyayê bo Sûrîyê Antonio Gonzalez-Zabala û Berpirsê Karên Balyozxaneya Îspanyayê li Şamê Francisco Javier Puga Llops, rêyên xurtkirina hevkarîya çandinîyê ya navbera her du welatan gotûbêj kirin, bi taybetî di warên zeytûn û masîyên tunayê de.
Wezîr El-Siwêdan giringîya berfirehkirina asoyên hevahengî û hevkarîyê ligel Îspanyayê tekez kir û behsa sûdwergirtina ji ezmûn û pisporîyên pêşkeftî yên Îspanî kir, xasma di warên bazarsazîya rûnê zeytûnê û bilindkirina kalîteya berhemê de.
Ji alîyê xwe ve, nûnerê Îspanî pesnê kalîteya rûnê zeytûna Sûrîyê da û behsa egera mifawergirtina Sûrîyê ji ezmûna Îspanî di warên paketkirin û bazarsazîyê de kir.