Şam-SANA
Wezîrê Darayî yê Sûrîyê, Mihemed Yusir Bernîyê piştrast kir ku hemû bexşînên Banka Cîhanî yên heta niha pêşkêşî Sûrîyê hatine kirin, bi temamî bêberamber in û tu barên darayî naxin ser xezîneya dewletê.
Wî amaje bi wê yekê kir ku bidestxistina bawerîya sazîyên darayî yên navneteweyî, encama wê rêbaza xurt e ku zelalî û hikumdarî di birêvebirina fînansekirina geşepêdanê de bingeh girtiye.
Banka Cîhanî duh Înê ragihandibû ku Encumena Rêveberên Cîbicîkar li bankê, razîbûna xwe li ser alîkarîyeke nû ya bi bihayê 100 milyon dolarî ji Sazîya Geşepêdanê ya Navneteweyî (IDA) nîşan daye.
Armanca vê bexşînê piştgirîkirina Sûrîyê ye di avakirina bingehên sektoreke darayî ya nûjen, ewle û dîjîtal de.
Wezîr Bernîyê di daxuyanîyeke taybet de ji bo SANAyê îro Şemîyê, derbarê biryara Banka Cîhanî de got: “Veberhênana di binesazîya darayî de kevirê bingehîn e ji bo pêşxistina sektora darayî û xurtkirina aramî û tevlîbûna darayî”.
Navborî destnîşan jî kir ku mebesta sereke cîbicîkirineke serkeftî û birêvebirineke darayî ya arastekirî ye, bi awayekî ku bandora geşepêdanê ya çalakîyên aborî mezin bike û rê li ber kişandina paketên fînansekirinê yên nû di paşerojê de veke.