Şam-SANA
Komîteya Daîmî ya Dîyarkirina Bihayên Madeyên Petrolê û Samanên Kanzayî di yekemîn civîna xwe de bi serokatîya Alîkarê Wezîrê Enerjîyê yê Karûbarên Neftê Xîyas Dîyab, pêşnîyar kir ku Lîreya Sûrîyê di proseyên firotinê de were pejirandin. Ev civîn bi beşdarbûna nûnerên alîyên hikûmî û sazîyên peywendîdar ên ku di biryara avakirina komîteyê de ya ji alîyê Wezareta Enerjîyê ve hatiye derxistin û dîyarkirin, bi rê ve çû .
Wezareta Enerjîyê îro Sêşemê bi rêya kanala xwe ya Telegramê ragihand ku komîteyê di civîna ku li avahîya wezaretê ya li Şamê pêk hat, mekanîzmayên bihadanînê, dîyarkirina bihayên berhemên neftê û faktorên bandorker li ser wan di asta navxweyî û cîhanî de gotûbêj kirin, di nav van de, bihayên cîhanî, lêçûn, nirxê pevguhertina lîreya Sûrîyê û hemû nîşanderên aborî yên têkildar, ligel mekanîzmayên xebata komîteyê û plana civînên wê yên demdemî.
Wezaretê dîyar kir ku piştî gotûbêjan, komîte li ser pêşnîyara pejirandina Lîreya Sûrîyê di hemû proseyên firotina berhemên neftê û madeyên petrolê de li seranserî axa Sûrîyê li hev kir, û pêşnîyara xwe pêşkêşî Wezîrê Enerjîyê Mihemed El-Beşîr kir.