Şam-SANA
Bihayê zêrê eyar 21 li bazara navxweyî îro Yekşemê, bi qasî 150 lîreyên Sûrî li gorî bihayê ku duh Şemîyê hatibû tomarkirin, bilind bû.
Li gorî bultena ku ji alîyê Desteya Giştî ya Birêvebirina Metalên Giranbiha ve hatiye weşandin, bihayê gramek zêrê eyar 21 gihîşt 15,900 lîreyên Sûrî ji bo firotinê û 15,600 lîre ji bo kirînê.
Her wiha gramek zêrê eyar 18 bi 13,700 lîreyên Sûrî ji bo firotinê, û 13,400 lîre ji bo kirînê hate tomarkirin.
Bihayê onsekê li bazara cîhanî gihîşt 4,342 dolaran.