Dêrezor-SANA
Piştî sê mehan ji xebatên şopandin û lêkolînên hûrbîn ên çavdêrîyê û bi beşdarîya 22 pişkinînan, Serokê Desteya Navendî ya Çavdêrî û Pişkinînê Amir El-Elî, bi mebesta kontrolkirina encamên kar û hevberkirina raporan bi rastîya meydanî re, gereke çavdêrîyê ya meydanî li hejmarek zevîyên neftê yên parêzgeha Dêrezorê pêk anî.
Ev pêngav bi hevahengîya bi Wezîrê Enerjîyê Mihemed El-Beşîr û Parêzgarê Dêrazorê Zîyad El-Ayiş re hat encamdan.
Zêdegavîyên bi qasî 8 mîlyon dolar tên texmînkirin
Desteya Navendî ya Çavdêrî û Pişkinînê bi rêya kanala xwe ya “Telegram”ê duh Şemîyê ragihand ku xebatên çavdêrîyê binpêkirin û zêdegavîyên giran di mekanîzmayên hilberîna neftê, veguhestin û pîvandinê û karên çaksazî û peymanan de eşkere kirine.

Her wiha kêmasîyên berçav di rêkarên kontrolê de û nîşanên zîyanê bi malê giştî re hatin dîtin, ku li gorî daneyên destpêkê zêdetirî 8 mîlyon dolarên Amerîkî ne; ev zîyan ji ber peyman, karên çaksazîyê û birêvebirina xerab çêbûne, bi taybetî di zevîyên neftê yên Dêrezorê de.
Zîyanên malê giştî yên ji ber cudahîya bihayan
Desteyê da zanîn ku lijneyên lêkolînê her wiha li ser zîyanên ji peymanên veguhestina nefta xam di navbera rêveberîya herêma navîn û kompanîyên veguhêz de lêkolîn kirin, ku di encamê de zîyan bi malê giştî bûye.

Ev zyan wekî “cudahîya bihayan” li gorî amaran bi qasî 20 mîlyon dolarên Amerîkî tê texmînkirin.
Dûrxisitina 9 berpirsan ji kar û radestkirina wan bo dadgehê
Desteya Navendî ya Çavdêrî û Pişkinînê bal kişand ser ku li gorî encamên çavdêrîyê û lêkolînên destpêkê, biryarên dûrxistina 9 berpirsan li zevîyên Dêrezorê hatin dayîn û ji bo temamkirina lêpirsîn û rêkarên yasayî, ew radestî dezgehên dadwerî hatin kirin.

Betalkirina peymanan û desteserkirina yedekî
Her wiha rêkarên hatine girtin betalkirina peymanên hinek kompanî û peymankaran ên bi sektora neftê re li xwe girtin, ji ber ku karên pişkinînê kêmasî û zêdegavî di cîbicîkirina karan de nîşan dan.
Di heman demê de, lêkolîn di hejmarek dosya û dozên din de ku xebatên çavdêrîyê ew eşkere kirine, bi awayekî berfirehtir berdewam dikin.