Şam-SANA
Kompanya Sûrîyê ya Berhemên Petrolê “Sadcop” piştrast kir ku peydakirina berhemên petrolê ji bo embarên wê berdewam e û barkirina tankeran û veguhastina wan ji bo benzînxaneyan li gorî planên xebatê dewam dike, bi awayekî ku berdewamîya dabînkirina pêdivîyên bazara navxweyî misoger bike.
Kompanyê di daxuyanîyekê de ku îro Înê li ser kanala xwe ya Telegramê weşand, dîyar kir ku ew ji qebareya zehmetîyên ku ji ber qerebalixîya li hin benzînxaneyan di rojên borî de çêbûne û bargiranîya ku ketiye ser milê welatîyan li hin parêzgehan haydar in.
Her wiha tekez kir ku derbaskirina van mercan pêşgavîya wan e, û tîmên kompanyê bi şev û roj dixebitin da ku pêvajoya dabînkirin û belavkirinê bilez bikin û sîstemê di demeke herî nêz de vegerînin rewşa wê ya asayî.
Kompanyê anî ziman ku fişara demkî ya li ser operasyonên belavkirinê ji ber hevdemîya çend sedeman e ku ya herî dîyar rageşîyên herêmî û navdewletî, alozîyên deryavanî û veguhastina deryayî û bandora wan li ser zincîreya dabînkirina enerjîyê û bilindbûna lêçûnên hawirdekirinê ne.
Her wiha kêşeyên teknîkî di dema nûjenkirina binesazîyê de û zêdebûna neasayî ya daxwaza li ser berhemên petrolê li hin herêman, ku bûye sedema têkçûna demkî ya hevsengîya di navbera daxwaz û peydakirinê de.