Şam-SANA
Lêkolîna ku ji alîyê Dezgeha Navendî ya Çavdêrîya Darayî ve hatibû kirin, dozeke gendelîya darayî li Zanîngeha Şamê derxist holê. Di vê dozê de karên dizîn û sextekarîya di çekên bankê yên meaş û mûçeyan de hebûn, ku zirara wê ya darayî gihîşt zêdetirî 858 mîlyon lîreyên Sûrî yên kevn; ev yek di serdema rejîma berê de pêk hatibû.
Lêkolînên ku ajansa SANAyê kopîyek jê wergirtiye, dîyar dikin ku xiznedarê Zanîngeha Şamê bi hevkarîya hesabgirê meaş û mûçeyan li zanîngehê, (858,443,436) lîreyên Sûrî yên kevn dizîne.
Hêjayî gotinê ye ku Dezgeha Navendî ya Çavdêrîya Darayî di 9ê vê mehê de jî dozeke din a dizîn û sextekarîyê eşkere kiribû ku zirara wê 1 mîlyar û 640 mîlyon lîreyên Sûrî yên kevn bû.