Şam-SANA
Sala 2025an guhertineke coreyî di sektora Peywendîyandeli Sûrîyê pêk hat. Wezaretê giranî da ser nûjenkirina binesazîyê, xurtkirina û serekekirina dîjîtalîyê û nehiştina astengîyan li pêşîya vê sektorê.
Rakirina qedexeyan û berfirehkirina meydana dîjîtalîyê
Wezaretê biryarên wêrek girtin, di nav de rakirina bacên gumrukê ji ser telefonên mobîl û betalkirina ruxsetên sepanên elektronîk ji bo handana li ser afrênerîyê. Her wiha qedexeya li ser malperên piştgir ji Şoreşa Sûrîyê re hat rakirin û ji bo baştirkirina înternetê xizmetên (OTP) bi hevkarîya kompanyayên navneteweyî û herêmî hatin çalakkirin.
Projeyên stratejîk: “Silk Link” û “Berq Net”
Projeya “Silk Link” bi qebareya 100 Terabit her sanîyeyê hat destpêkirin, da ku Sûrîyê bike navendeke navneteweyî ya veguhastina daneyan. Her wiha projeya “Berq Net” (FTTP) ji bo gihandina kabloyên optîk bo malan hat destpêkirin. Di vê salê de,kompanya “Nokia” û rêxistina cîhanî ya (GSMI) vegerîyan Sûrîyê, û peymana yekemîn kabloya deryayî ya navneteweyî hat îmzekirin.
Beşdarbûna ser asta navneteweyî
Sûrîyê cihê xwe di Yekîtîya Postayê ya Cîhanî û forumên serokên Ereban li Qeter û Îmaratê de vegerand. Her wiha bi Tirkîyê û Erebistana Siûdî re ji bo xurtkirina hevkarîya teknîkî û postayê lihevkirinpêk hatin.
Destkeftîyên sazîyên girêdayî wezaretê
- Desteya Rêveber: Bazarên (Wi-Fi Outdoor) pêş xistin û dest bi veguhertina ber bi protokola (IPv6) kirin. Her wiha bi sedan gilî çareser kirin û destûr dan teknolojîyên “Starlink” û “Drone”ê.
- Telekoma Sûrîyê : 83 hezar dergehên (ADSL) saz kirin û qebareya dergeha navneteweyî gihand 1.2 Terabit her sanîyeyê.
- Postaya Sûrîyê: 64 nivîsgeh û xizmetên nifûsê û mûçeyan dîsa aktîv kirin. Her wiha bi Tirkîye û Urdunê re peymanên tranzîta postayê îmze kirin.
Ev gav bingeha avakirina paşerojeke dîjîtal a domdar in da ev sektorli gorpîvanên cîhanî be û xizmeta berjewendîya neteweyî bike.