Hims-SANA
Bajarê Pîşesazî yê Hesyayê di nîvê yekem ê îsal de 15 veberhênerên nû terxan kirin, ku sermayeya wan a giştî nêzîkî 230 milyar lîreyên Sûrî ye.
Serokê Beşa Veberhênanê li Bajarê Pîşesazî yê Hesyayê Endezyar Semîr Mensûr, îro Duşemê di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku veberhênerên nû li ser pîşesazîyên curbicur hatine dabeşkirin û nêzîkî 655 derfetên kar dabîn dikin.
Mensûr da zanîn ku 16 moletên îdarî hatine dayîn piştî ku komîteya peywendîdar serdanên meydanî pêk anîn da ku rewşa avahîyan bibînin û destûra destpêkirina hilberînê bidin wan.
Ji alîyê xwe ve, Serokê Şaxa Moletan li Bajarê Pîşesazî Edezyar Ferzat Ferzat dîyar kir ku daxwaznameyên veberhêneran piştî veqetandina parçe zevîyan tên wergirtin.
Piştre ji bo bidestxistina destûra avakirinê, nexşeya rûberî yan kurokî ya destûrê tê derxistin û ji bo Sendîkaya Endezyaran tê şandin da ku rewşa giştî ya avahîsazîyê dîyar bikin, paşê vedigere bajêr ji bo pişkinîna dawî û derxistina destûrê.







