Şam-SANA
Şirketa Sûrî ya Peywendîyan ji ber qutbûn û paşveçûna kalîteya xizmetguzarîyan li çend parêzgehan di dema borî de, ji aboneyên xwe lêborîn xwest. Ev xirabûn jî ji ber ku kabloyên optîkê yên ku Şam û Himsê bi hev ve girêdidin tûşî êrîşên têkder ên ku binesazî kirin armanc, pêk hat.
Şirketê eşkere kir ku ew bi hevahengîya ligel alîyên peywendîdar li ser dozê disekine ji bo şopandina kesên ku destê wan tê de heye, cezakirina wan û rêgirtina li ber dubarebûna van kiryaran. Her wiha bang li welatîyan kir ku bi mebesta parastina torê, her çalakîyeke gumanbar bi lez ragihînin, û pesnê sebir û têgihîştina wan di dema çaksazîyê de da.
Wezareta Peywendî û Teknolojîya Agahîyan sibeha îro Yekşemê ragihand ku xizmetguzarîyên peywendîyan û înternetê vegerîyane rewşa xwe ya asayî. Ev veger piştî wê yekê tê ku tîmên çaksazîyê temamîya zîyanên ku gihiştibûn kabloyên optîkê yên zerardîtî çareser kirin.