Enqere-SANA
Wezîrê Bazirganîyê yê Tirkîyê Omer Polat, îro Çarşemê eşkere kir ku qebareya pevguhertina bazirganî di navbera Tirkîye û Sûrîyê de sala borî gihîştiye 3 milyar û 750 milyon dolaran.
Vê yekê geşepêdaneke bêhempa ku ji %40î derbas kiriye tomar kir, di demekê de ku daxwaz û armanc ew e ku ev hejmar bigihîje 10 milyar dolaran.
Ajansa “Anadolu”yê ji zarê Polat ragihand (di dema beşdarîya wî di civîneke bi navê “Herêmên azad ên bazirganî û pîşesazî li Sûrîyê û jîngeha veberhênanê” li Enqereya paytexta Tirkîye): “Tirkîye û Sûrîye xebatên xwe berdewam dikin ji bo ku qebareya bazirganîya derve di navbera xwe de bigihînin 10 milyar dolaran”.
Wezîrê Tirk di vê çarçoveyê de tekez kir ku her du welat rijd in li ser “zêdekirina hilberîn û veberhênanan, ligel xurtkirin, berfirehkirin û nûjenkirina dergehên gumrikê yên bejayî û xetên veguhastina deryayî, da ku alîkarîya geşepêdana tevgera bazirganîyê di navbera wan de bike”.
Polat dîyar kir ku “tevgera bazirganî û derbasbûna rêwîyan di dergehên sînorî yên navbera her du welatan de bê navber berdewam dike”.
Navborî bal kişand ser wê yekê ku “kar bi lezeke mezin berdewam dike ji bo vekirina dergehê Nisêbîn – Qamişlo, yê ku li rojhilatê sînor cih digire, li pêşberî tevgera bazirganî, rêwî û derbasbûna tranzîtê berî dawîya vê salê.”