Şam-SANA
Tiştê ku Serok Ehmed El-Şeri’ roja Yekşemê 21 Hezîranê 2026 di hevpeyvîna taybet de ligel kanala “El-Meşhed”ê pêşkêş kir, çarçoveyeke zelal ji bo qonaxa ku Sûrîye niha tê re derbas dibe nîşan dide. Ev qonax xwe dispêre rêçeke stratejîk ku dewlet di warê geşepêdana giştî, jinûveavakirin, çaksazîya sazîyên dewletê û nûjenkirina binesazîyê de li ser kar dike, piştî salên wêranîya ku gihîştibûyê û bi dehan salan ji kêşeyên berhevbûyî yên ku li pey rejîma berê mane.
Du lêkolînerên pispor di karûbarên sîyasî û yasayî de dibînin ku tiştê Serok El-Şeri’ pêşkêş kiriye, xemxwarîya dewletê ya ji bo aramî û avakirina welêt nîşan dide, û xwe dispêre xurtkirina karîgerîya sazîyan û çespandina aramîya aborî û civakî. Wan tekez kir ku ew kêşeyên ku ligel qonaxa piştî rizgarbûnê rû dane, dikevin çarçoveya guhertinên xwezayî yên di warê veguhastina sîyasî ya wan dewletên ku ji qeyran û şeran derdikevin.
Çespandina Aramîyê û Avakirina Dewletê
Nivîskar û lêkolînerê sîyasî Ebdulkerîm El-Omer duh Duşemê di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê tekez kir ku ew tewerên ku Serok Ehmed El-Şeri’ li ser wan sekinîye, rewşeke bawerîya bi qonaxa niha û bi wan destkeftên ku ji alîyê serkirdayetîya Sûrîyê ve hatine bidestxistin nîşan didin, tevî alozîyên ketwarên navxweyî û herêmî û kêşeyên navneteweyî. Wî destnîşan jî kir ku Sûrîye ber bi çespandina aramîyê û avakirina dewletê ve gavan diavêje.
El-Omer zelal kir ku ew rêça ku Serok derbarê geşepêdana aborî, jinûveavakirin çaksazîya sazîyên dewletê pêşkêş kiriye, arasteya dewletê ber bi vegerandina karîgerîya sazîyan û pêşxistina wan tekez dike, bi awayekî ku bandorê li ser livandina çerxa geşepêdan û jinûveavakirinê bike.
Navborî amaje pê kir ku qonaxa niha derfetê li pêşîya karên herî li pêş ên bingehîn vedike, ku baştirkirina xizmetguzarîyan, xurtkirina çalakîya aborî, û temamkirina rêça başbûna sazûmanî li xwe digire, ligel xurtkirina aştîya civakî û şopandina rêça dadwerîya veguhêz.
Destpêka Qonaxeke Nû
El-Omer lê zêde kir û got: “Çareserkirina hejmarek dosyeyên ewlehîyê ku yekser piştî rizgarbûnê fişar li ser dewletê çêkiribûn, destpêka qonaxeke nû ya veguherîna ber bi çespandina dewleta sazî û qanûnê ve raber dike.” Wî tekez kir ku aramîya mayînde girêdayî bihêzbûna sazîyan, serwerîya qanûnê, xurtkirina dadperwerîyê, handana aborîyê û çespandina bawerîya civakî ye.
Navborî dîyar kir ku derbaskirina gelek dosyeyên aloz, ligel şopandina sîyaseteke hevseng, di xurtkirina amadebûn û rola Sûrîyê de bûn alîkar. Wî bal kişand ser zêdebûna giringîdana herêmî û navneteweyî bi pêşxistina hevkarî û şirîkatîya ligel dewleta Sûrîyê, li ser bingeha rola wê ya li ser her du astên herêmî û navneteweyî.
El-Omer destnîşan kir ku qonaxa piştî serkeftina şoreşê, wekû azmûnekê ji bo şîyana dewletê di pêkanîna aramîyê û veguherandina daxwazên giştî bo sîyasat û bernameyan tê dîtin, bi awayekî ku bibe alîkar di xurtkirina aştîya civakî, çespandina lêpirsînê, serwerîya qanûnê, pêkanîna başbûna aborî û dabînkirina xizmetguzarîyên bingehîn ji bo welatîyan.
Her wisa lê zêde kir û got: “Hikûmeta Sûrîyê ji dema rizgarbûnê ve li ser rûbirûbûna şopên wêranîya berfireh a ku ji ber rejîma berê mabû kar kiriye, û karîbû gelek kêşeyan derbas bike bi saya hevgirtina sazîyên xwe û hişyarîya civakê, ligel veguhastina ji qonaxa şoreşê ber bi qonaxa avakirina dewletê ve, û parastina armancên şoreşê û parastina qurbanîdanên Sûrîyan.”
Çareserkirina Şopên Qonaxa Borî
Ji hêla xwe ve, lêkolînerê hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan El-Mu’tesim Bîllah El-Keylanî zelal kir ku encamên piştî serkeftina şoreşan, dîyardeyeke xwezayî ye di piranîya ezmûnên veguherîna sîyasî de. Wî destnîşan kir ku serkeftina her şoreşekê tenê bi rûxandina rejîma berê nayê pîvan, lê belê bi asta serkeftina wê di avakirina dewleta qanûn û sazîyan de, çespandina aramîyê û parastina maf û azadîyên giştî tê pîvan.
El-Keylanî amaje pê kir ku ew kêşeyên ku Sûrîye di qonaxa niha de rûbirûyî wan dibe, ji qebareya şopên wêranîya ku ji alîyê rejîma berê ve hatiye hiştin, nayên veqetandin. Wî dîyar kir ku qonaxên veguhêz pir caran şahidîya kêşeyên sîyasî, aborî û civakî dikin, lê belê faktora biryardar di şîyana dewletê de ye ji bo vehewandina van kêşeyan û rêgirtina li veguherîna wan bo rewşeke daîmî ku gefê li aramîya giştî bixwe.
Stûnên Avakirina Dewletê
El-Keylanî tekez kir ku çespandina serwerîya qanûnê, xurtkirina serxwebûna sazîyan, parastina mafên bingehîn û avakirina bawerîyê di navbera welatî û dewletê de, stûnên bingehîn in ji bo serkeftina vê qonaxê. Wî bal kişand ser wê yekê ku wan dewletên ku karîbûn mercên mîna vê derbas bikin, ew in ên ku di veguhastina ji lojîka nakokîyê ber bi lojîka dewletê ve, û ji birêvebirina qeyranan ber bi avakirina sazîyan û çespandina têgeha hemwelatîbûna giştgir de, bi ser ketine.
Ew di wê bawerîyê de ye ku şîyana dewleta Sûrîyê di parastina yekîtîya sazîyan, berdewamîya xizmetguzarîyan û destpêkirina rêyên başbûn û nûavakirinê de, nîşaneyên erênî ne li ser hebûna vîneke zelal ji bo derbaskirina şopên qonaxa borî. Wî destnîşan kir ku parastina destkeftên qonaxa nû ya Sûrîyê, xurtkirina lihevhatina civakî, çespandina dadperwerîyê, serwerîya qanûnê û pêkanîna geşepêdaneke hevseng dixwaze, ya ku rê li ber dubarenebûna sedemên qeyranên ku welat dîtine bigire.
Tê zanîn ku Serok El-Şeri’ roja Yekşemê di hevpeyvîneke taybet de ligel kanala “El-Meşhed” tekez kiribû ku Sûrîye li ser rêçeke stratejîk a zelal kar dike ku xwe dispêre geşepêdana aborî, jinûveavakirin û çaksazîya sazîyên dewletê. Wî destnîşan kir ku welat di demeke kurt de qonaxeke zehmet a kêşeyan derbas kiriye, û hêdî hêdî derbasî qonaxa nûjenkirina binesazîya aborî û xizmetguzarîyê dibe, û li ser avakirina nimûneyeke geşepêdanê ya giştgir kar dike ku li ser xebatên pîşesazî, baştirkirina xizmetguzarîyan û geşkirina hilberînê ava dibe.
Serok Ehmed El-Şeri’ amaje pê kir ku nimûneya Sûrîyê di warê başbûnê de hîn di qonaxên xwe yên destpêkê de ye, lê belê li gorî nîşaneyên erênî bi pêş ve diçe, ligel xebata li ser çaksazîya sektorên perwerdehî, tenduristî, enerjî, bank, çandinî û pîşesazîyê, bi awayekî ku aramîya aborî xurt bike û bingehekê ji bo qonaxeke geşepêdanê ya giştgir deyne. Her weha dîyar jî kir ku qonaxa bê dê bibe qonaxa kar û avakirinê, ne qonaxa nakokîyê.