Şam-SANA
Karsazê Sûrî Besam Şehadat ragihand ku piştî biryara derxistina Sûrîyê ji lîsteya “piştgirên terorê”, derfetên veberhênanê yên awarte hene, û ev destpêka qonaxeke aborî ya nû ye ji bo Sûrîyê. Besam destnîşan jî kir ku ev yek ji girîngtirîn biryaran e ku civaka karsazan bi dehan salan li benda wê bû.
Şehadat di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku rakirina navê Sûrîyê ji vê lîsteyê, bawerîyê bi aborîya Sûrîyê gav bi gav nû dike, veguhastina pereyan hêsan dike, lêçûna wê kêm dike û derî li ber vegera bank, kompanyên sîgorteyê û hevkarên navneteweyî vedike da ku serederîyê ligel bazara Sûrîyê bikin.

Wî bal kişand ser wê yekê ku karsaz îro li bazara Sûrîyê wekî bazarekî hêvîdar dinêrin ku xwedî derfetên awarte ye, bi taybetî ku qonaxa jinûveavakirinê û veguhertina aborî pêdivî bi veberhênanên mezin di sektorên cihêreng de heye.
Her wiha ev biryar bi hezaran karsazên Sûrî yên li derveyî welat han dide ku beşek ji veberhênan û ezmûnên xwe vegerînin welatê xwe.
Karsazê Sûrî Besam Şehadat gotina xwe bi vî rengî kuta kir: “Sûrîye îro derbasî qonaxeke nû dibe; êdî kêşe ne hebûna derfetan e, lê belê lezgînîya hilberandina wan e, da ku Sûrîye bibe yek ji bazarên herî hêvîdar li herêmê.”