Şam-SANA
Serokê Encumena Gel Ebdilhemîd El-`Ewwag piştrast kir ku Encumena Gel li ser pêkanîna şoreşeke yasadanînê ya giştgir dixebite, da ku yasayên ku li pêşîya welatîyê Sûrî dibin asteng betal bike û sîstemeke yasayî ya nûjen pêş bixe ku bi daxwazên dewleta nû re hevaheng be û rêgeza serwerîya yasayê biçespîne. Her wiha destnîşan kir ku bandora xebata yasadanînê dê gav bi gav di beşên cuda de teşe bigire û bandorê li jîyana welatîyan bike.
El-`Ewwag di hevpeyvînekê de ligel kanala “El-Îxbarîyeya El-Sûrîyê” êvara duh Duşemê eşkere kir ku desthilatên Encumena Gel di Danezana Destûrî de hatine dîyarkirin, xasma di madeya (30)î de, di heman demê de rêziknameya hundirîn wekî çarçoveyeke cîbicîkirinê ji bo van desthilatan e.
Navborî bal kişand ser wê yekê ku pergala serokatîyê li ser bingeha jihevveqetandina desthilatên yasadanîn, cîbicîkar û dadwerîyê ava dibe, ligel berdewamîya hevkarî û hevahengîya di navbera wan de.
Ebdilhemîd El-`Ewwag da zanîn ku Encumena Gel dê bi projeyên yasayan ên ku ji alîyê desthilata cîbicîkar ve têne pêşkêşkirin bi lez û bez tev negere, lê belê dê made bi made werin xwendin û gotûbêjkirin û dê demeke têrker bide endamên Encumenê da ku wan binirxînin û têbînîyên xwe bidin.
El-`Ewwag bal kişand ser egera lidarxistina xulên awarte dema ku hewce bike ji bo qedandina yasayên xwedî giringî.
El-`Ewwag eşkere kir ku encumen li ser avakirina komîteyên pisporane dixebite ku hemû warên dewletê li xwe bigire, bi armanca mifawergirtina ji pisporî û jêhatîbûna endaman û çareserkirina valahî û kêmasîyên yasadanînê di beşên cuda de.
Her wiha anî ziman ku hewcedarîya qonaxa niha guhertin û betalkirina hejmareke mezin a yasayan û derxistina yasayên nû dixwaze.